Artêsa Tirkiyê gundên Zirganê topbaran kir

24 cotmeh 2022 14:04
Artêsa Tirkiyê gundên Zirganê topbaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê gundên nahiya Zirganê ya li parêzgeha Hesekê topbaran kir.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve şeva borî gundên Esediyê, Dada Ebdan, El-Bobî û Niwêhat yên nahiya Zirganê topbaran kirin.

Herwiha di derbarê ziyanên vê topbaranê de heta niha tu daxuyaniyek nehatiye belavkirin.