Artêsa Tirkiyê bi giranî gundên Eyn Îsayê topbaran kir: 5 welatî birîndar bûn
18 gulan 2022 14:06
PeyamaKurd – Gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê bi giranî hatin topbarankirin û di encamê de 5 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê do derengiya şevê gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Herwiha hemwex gundên Cehbel, Fatsê, Sikêro, Xwaringeha Nexîl û depoyên li rojhilatê navçeyê jî bi çekên giran rastî êrîşan hatin. Gundên navborî berêvarkî jî bûn hedefa êrîşan.
Hat zanîn di encama êrîşan de li gundê Mezra Qertaç a Eyn Îsa 4 jê zarok, 5 welatî birîndar bûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Artêsa Tirkiyê gundên derdora Kobaniyê topbaran kir
03 adr 2025
Cîhan
Gundên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêsa Tirkiyê ve tên topbarankirin
30 mjd 2022
Jiyan
Erecî: Hebûna artêsa Tirkiyê li Iraqê ne fermî ye, divê vekise
04 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin