Artêsa Îsraîlê: Wê ser heta dawîya 2024an bidome
Peyama Kurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew payîn dikin şerê li Xezzeyê heta dawîya 2024an bidome.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di peyama xwe ya sersalê de diyar kir ku ji bo "şerekî dirêj" amadekariyên leşkerî yên Îsraîlê ji nû ve tên sererastkirin.
Hegari destnîşan kir ku ji bo jinûve birêxistinkirinê wê hin leşker û bi taybetî jî rezerv bêne vekişandin û dom kir: "Armanca van guncavkirinan plankirin û amadekirina berdewamkirina şer a 2024an e."
Hegari got, "Artêşa Îsraîlî divê pêşwext plansaziyê bike û têbigihîje ku wê heta dawiya salê mîsyonên zêde hebin û şer bidome."
Berdevk Hagari diyar kir ku vê hefteyê wê hin yekîneyên yedeg paşde bêne vekişandin da ku berîya operasyonên nû enerjiya xwe ji nû ve şarj bikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihandibû ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 11 hefteyên şer de "li Xezayê, 21 hezar û 800 kes ku piraniya wan jin û zarok in, mirin."
Êrîşên Îsraîlê yên ku piştî êrîşa Hemasê 7ê Cotmehê ku 1200 kesên ku piraniya wan sivîl bûn kuşt û 240 sivîlan jî dîl girt, dest pê kir.
Êrîşên Îsraîlê heta saetên dawî yên sala 2023’an jî berdewam kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê ragihand ku di encama topbarana şeva Yekşemê ya li ser bajarê Xezeyê de herî kêm 48 filistînî hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin