Artêsa Îsraîlê ragihand: Ji Lubnanê êrîsa mosekî…

08 cotmeh 2023 13:25
Artêsa Îsraîlê ragihand: Ji Lubnanê êrîsa mosekî…

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îro 8ê Cotmehê ragihand ku ji ser Lubnanê ve êrîşeke moşekî bi ser Îsraîlê de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi moşekan êrîşek ji ser erdên Lubnanê ve hatiye encamdan û derbarê ziyanên canî û madî de agahî nehatine dayîn.

Herwiha hatiye ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji hemû senaryoyên şer re amade ye. Medya Îsraîlê jî daye xuyakirin ku bang li îsraîliyên nêzî sînorên Lubnanê hatiye kirin, ji cihên girtî derneyên. Li ser êrîşê ji aliyê Lubnanê û Hizbullaha Lubnanê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa xwînî ya çekdarên Hemasê ya doh 7ê Cotmehê, artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezeyê êrîşeke berfireh a asmanî daye destpêkirin û hêzeke mezin li sînoran hatiye bicihkirin.