Artêsa Tirk gundekî Kobanê topbaran kir: 11 kes birîndar bûn
08 sibat 2025 18:20
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber topbarana Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, li gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê 11 sivîl birîndar bûn.
Çavkaniyekî bijîşkî ji nexweşxaneya taybet a El-Amalê ya li bajarê Kobanê ragihand ku nexweşxaneyê 4 birîndar wergirtine, birîna 2 wan zarokan xedar e û 7 birîndarên din jî bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Kobanê.
Li gorî şahidên ji gund, topbaran heta niha jî berdewam dike ku bûye sedema pêleke mezin a koçberkirina şêniyên gund ber bi gundên cîran û bajarê Kobanê ve.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Artêsa Tirk gundekî li Kanî Masî topbaran kir
28 mjd 2021
Jiyan
Artêsa Tirkiyê çend xalên rejîma Sûriyê topbaran kir
01 rbn 2024
Jiyan
SOHR: Artêsa Tirkiyê xalên hêzên Sûriyê topbaran kir
05 mjd 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin