Artêsa Îsraîlê gef li ambulansên li basûrê Lubnanê xwar

12 cotmeh 2024 17:09
Artêsa Îsraîlê gef li ambulansên li basûrê Lubnanê xwar

Berdevkê artêşa Îsraîlê di peyama xwe de ya li ser platforma Xê got: “Hêzên Îsraîlê vê dawiyê peyitand ku endamên Hizbullah bo veguhestina terorîstan û çekan ambûlansan bi kar tînin, lewra em hişyariyê didin ku ev yek berdewam nebe.”

Wî her wiha got: “Em bang li tîmên pizîşkî dikin ku bi endamên Hizbullahê re rûbirû nebin û bi wan re hevkariyê nekin. Îsraîl piştrast dike ku dê tedbîrên pêwîst li dijî her wesayitê bigire ku çekdaran vediguhêze bêyî ku guh li cureyê wê bike.”

Ji aliyê din ve, yekîneya rûbirûbûna qeyranan ragihand ku di encama êrişên Îsraîlî yên bo Lubnanê, di 24 demjimêran de 60 kes hatine kuştin û 168 kesên din jî birîndar bûne.