Artêsa Îsraîlê bi tankan kete nav Sûriyê
08 rêbendan 2025 21:06
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi tankan kete nav 2 gund û 2 deverên li Başûrê parêzgeha Quneytira ya Sûriyê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro danê sibehê artêşa Îsraîlê bi tankan kete nav gundên bi navê El-Eşe û Ebû Xara yê li gundewarê parêzgeha Quneytirayê û ew der kontrol kir.
Herwiha hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê kete mezreya El-Hîra û xala leşkerî a tankan li başûrê Quneytirayê.
Şeva borî jî artêşa Îsraîlê li heman herêmê hin cihên çekan teqandibûn.
Hêzên Israîlê ji xelkên gundewarê Quneytirayê re gotine ku ew der herêmek leşkerî ye û daxwaza radestkirina çekan ji wan kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Îsraîlê kete bajarekî din ê Sûriyê
17 rbn 2025
Jiyan
Artêsa Îsraîlê bi topa li Sûriyê xist
27 mjd 2025
Cîhan
Bi mosekan Îsraîlê êrîsî bingehên artêsa Sûriyê kir
04 sbt 2021
Cîhan
Televizyona dewletê ya Sûriyê: Artêsa Sûriye kete Minbicê
15 cot 2019
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin