Televizyona dewletê ya Sûriyê: Artêsa Sûriye kete Minbicê

15 cotmeh 2019 16:23
Televizyona dewletê ya Sûriyê: Artêsa Sûriye kete Minbicê

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Sûriyê, yekîneyên artêşa Sûriye(SAA)  ketin Minbicê.

Li gorî nûçeya televizyona Ikhbariya ya Sûriyê, yekîneyên artêşa Sûriye ketin bajarê Minbicê. Di nûçeyê de dîmenên artêşê û gelen ku pêşwazî li artêş dike, hatin belavkirin.

Li gorî Spûtnîka rûsî, leşkerên amerîkî û frensî ji Minbicê vekişiyan. Amerîkaya ku 3 baregehên wê li herêmê bûn di dema vekişînê de bi leşkerên artêşa Sûriyê re rastî hev hatin.

Heya niha Amerîka ji Tebqa, Ayn Îsa, Minbic, Resulayn, Til Temir û Girêspî vekişiyaye.