Arecî: Vekisîna hêza Amerîkayê di encama guftûgoyên stratejîk de pêk hat

09 tebax 2021 12:31
Arecî: Vekisîna hêza Amerîkayê di encama guftûgoyên stratejîk de pêk hat

PeyamaKurd –  Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê di derbarê vekişîna hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê de peyamek belav kir û diyar kir, ev vekişîn encama guftûgoyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de ye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî li ser Twitterê da zanîn: “Ev gav, nîşana wê ye ku Iraq û Amerîka bi rêkeftina di navbera xwe de pêbend in.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto do destnîşan kiribû, piştî bidawîbûna erkê wê, hêza OTH ya ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve, ji Iraqê vekişiya û vegeriya Kuwêtê.

Roja 23ê Tîrmeha borî gera çarem a diyaloga stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de destpê kiribû û di wê çarçoveyê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Amerîka kiribû û li Koşka Spî bi Serokê Amerîka Joe Biden re civiyabû.

Di civîna di navbera wan de, Joe Biden destnîşan kir, Amerîka erkê şer ê hêzên welatê xwe li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike û eşkere kir: “Pêwendiyên Amerîka û Iraqê, derbasî qonaxeke nû dibin.”