Arakçî piştî serdana Pakistanê çû Rûsyayê
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî piştî serdanên xwe ya Pakistanê çû Rûsyayê û dest bi hevdîtinên xwe yên fermî kir.
RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo televîzyona dewletê ya Îranê de, Arakçî got, armanca wan parastina berjewendiyên Îranê ye.
Arakçî, behsa hemahengiya Îran û Rusyayê kir
Arakçî piştî ku çû St. Petersburgê ya Rûsyayê diyar kir ku ew ê li wir bi rayedarên payebilind re bicive da ku li ser mijarên herêmî û navneteweyî û herwiha têkiliyên dualî gotûbêj bikin. Arakçî destnîşan kir ku danûstandin derfeteke girîng pêşkêş dikin ji bo nirxandina geşedanên herî dawî yên derbarê şer de, û tekezî li ser girîngiya şêwir û hevrêziya di navbera her du welatan de kir.
Arakçî, ku amaje bi peywendiyên xwe yên li Îslamabadê kir, ragihand ku hevdîtin "berhemdar" bûn û wan li ser şertên ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de dikarin bidomin, nîqaş kiriye.
Arakçî tekez kir ku şertên Îranê di danûstandinan de biryarder in û diyar kir ku berjewendiyên welatê wî divê bên parastin.
