Appleê AppStore ji Îranê re girt

16 adar 2018 17:09
Appleê AppStore ji Îranê re girt


PeyamaKurd - Applea saziya elektronîk û kompîturan a Amerîkayê ketina AppStorea ku marketa bernameyan e ji Îranê re asteng kir.
Hat ragihandin ku Applea saziya elektronîk û kompîturan a Amerîkayê asteng da pêşiyê ku ji Îranê nekevin AppStorea marketa bernameyan.
Li gor xebera IRIBa televizyona dewletê ya Îranê, şirîkê ji Amerîkayê asteng da pêşiya bikarhênerên li Îranê ku nekevin AppStorea marketa bernameyan.
Apple nikare bi qenalên fermî telefonan bifiroşe Îranê.
Saziya sereke ya telefon û elektronîkê Apple ji ber sepandinên Amerîkayê ku li ser Îranê nikare bi qenalên fermî cihazan bifroşe wê derê lêbelê piraniya gel ji derveyê welat cîhazên Appleê dikirin.
Par Appleê bernameyên Îranê yên ji bo IOSê ji AppStoreê rakiribû.
Mihemed Cewad Azerî Cehromiyê Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan ê Îranê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser vê yekê; “Ji sedî 11ê bazara têlefonên teknolojîk di destê Appleê da ye û Appleê heta niha rêz nîşanî mafên bikarhêneran nedaye. Em ê bi qanûnî mijarê  bişopînin"