Ano Cewher: Terefên Xiristiyanan destekê dide peyama boykota PDKê
PeyamaKurd – Wezîrê Mesîhî yê Ragihandinê û gihandina Herêma Kurdistanê Ano Cewher, bi sedema beyana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku hilbijartinan boykot dike ragihand ku biryara Dadgeha Federal ya Iraqê li dijî destûrêye, li dijî hûqûqêye û ti rewatiya sîstema wê tine û PDK peyama azadiyê daye temamê dinyayê.
Wezîr Cewher, di wexta şîva fetarê dida xebatkarên wezareta xwe de ji bo K24ê gotiye ji bo herkes di navbera xwe de biratiyê his bike, biratî, yekîtî û di nav xwe de ji bo xwurtkirina koka yekîtiyê, wan li payîtext Erbîlê Misilman, kakeyî, Xîrîstiyan tev bi hevre amadekariya şîva fetarê kir. Cewher gotiye ku Kurdistan wetenê herkesiye, wê bi hevre wê xwurt bikin û li ser ragihandina PDKê ku hilbijartinan boykot dike û weha dewam kiriye:
“Daxwuyaniya PDKê, peyama azadiyê da temamê dinyayê. Biryara dadgeha federal li dijî destûrêye, li dijî hûqûqêye û sîstemekî nerewa ye. Li gor vî qanûnî; her cûre hilbijartin li dijî destûrêye û ne dadweraneye. Di vê çarçovê de Partiya Demokrata Kurdistanê mafê pêkvejiyana Kurdistanê, şerefa dezgeyên demokratîk, azadiya civakan û mafên wan parastiye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin