Analîz/Ji bo qeyranê çareyên nû tên dîtin!

18 cotmeh 2018 15:50
Analîz/Ji bo qeyranê çareyên nû tên dîtin!

PeyamaKurd- Ji bo demeke dirêj, aboriya Tirkiyê ji zehmetiyan xilas nabe. Ji ber ku TL.yên Tirkiyê li hemberî dolarî bihayê xwe zêde winda dike, dengeya aboriyê jî tevlîhev bûye. Fiyetên mêl bilind dibin û hatine gel jî kêm dibe.

Êdî qeyrana aboriyê li her derî dixe. Îş û karên karsaz û bazirganan jî pir zehmet bûye. Lê belê çareyeke maqûl jî ji vê qeyranê re nayê dîtin. Her roj çareyên bêkêr têne dîtin lê belê tenê birînê pîne dikin.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê di van demên dawî de karsazên Tirkiyê nikarin çekên (kaxeza bihayê pereyan) xwe bidin. Çek gelek caran bêbedêl derdikevin û pişta çekan tê nivîsandin. Ji ber ku pişta çekê tê nivîsandin, karsaz mexdûr dibin. Ji ber vê yekê karsaz çekan bi çekan didin.

Di demên normal de li Tirkiyê we’dê çekan 90 roj e, lê belê di van çar mehên dawî de derketiye 180 rojî. Karsaz jî heta ji wan tê hevdû îdare dikin. Her du alî jî we’dê çekên hevdû dirêj dikin an jî çekên ku nehatine dayîn, bi hinek çekên dî têne guhertin. Carinan jî dikin teqsît.