Aborî
Zêr dadikeve: Qerzdar kêfxweş in, veberhêner bi fikar in
Daketina bihayê zêr lez girtiye. Hêviyên ku rêjeyên faîzê yên Amerîkayê dê ji bo demekê bilind bimînin, dolar xurt kiriye û ev yek zextê li ser bihayê zêr dike. Li bazarên Tirkiye bihayê misqalek zêr di meha borî de ji sedî 7.5 zêdetir daketiye.
RûpelNews - Her ku dolar li bazarên cîhanî bihêz bû, bihayê onsê zêr daket bin 4 hezar û 100 dolarî. Windahiya heftane ji bo onsê zêr nêzîkî 5 ji sedî bû, dema ku kêmbûna mehane nêzîkî 10 ji sedî bû.
Buhayê misqalek zêr nêzîkî 6 hezar lîreyan e
Li hundirê welêt, buhayê misqalek zêr daketiye asta 6 hezar lîreyan. Tevî ku di meha borî de ji sedî 7.5 zêdetir windahî çêbû, misqalk zêr ji destpêka salê ve hîn jî ji bo veberhêneran qezencê bi dest dixe. Buhayê çaryekî jî daketiye bin 10 hezar lîreyan
Buhayê gramek zêr gihîştibû 7 hezar û 800 lîrayan
Îsa buhayê misqalek zêr gihîşt asta herî bilind a xwe ya nêzîkî 7 hezar û 800 lîrayan. Piştî daketinên dawî, buha ji wê lûtkeyê nêzîkî ji sedî 20 paşde vekişiyane.