Bayê bihabûna zêr wergeriya: Roj bi roj nirxê wî dadikeve
RûpelNews - Performansa aboriya Amerîkayê ya ji ya ku dihat payîn xurttir, hêviyên veberhêneran ku Fed îsal herî kêm carekê rêjeyên faîzê bilind bike, xurtir kir. Di encamê de, bihayê zêrê ji bo her onsê nêzîkî astên xwe yên herî nizm ên di heşt mehên dawî de bûye.
Daneyên herî dawî yên bazara kar ên ku li Amerîka hatin weşandin jî nîşan dan ku aborî hîn jî xurt e. Di heman demê de, mayîna enflasyonê li ser armanca 2 ji sedî ya Fedê, bûye faktoreke din a ku egera bilindbûna rêjeya faîzê zêde dike.
Di vê navberê de, veberhêner her weha bi baldarî encamên danûstandinên berdewam ên di navbera Amerîka û Îranê de li Qeterê dişopînin.
Bihayên dawî yên zêr
Li bazarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, zêr destpêka rojê bi 4 hezar û 011 dolarî ji bo onsê vekir. Di nava rojê de, ew daket asta herî nizm a 3 hezar û 970 dolarî û asta herî bilind a 4 hezar û 018 dolarî. Zêr niha bi 3 hezar û 976 dolarî ji bo her onsê tê firotin.
Bihayê misqalek zêr çend e?
Misqalek zêr roj bi 6 hezar û 11 lîrayan dest pê kir. Di nava rojê de, ew daket asta herî nizm a 5 hezar 957 lîrayan û hilkişiya asta herî bilind a 6 hezar û 028 lîrayan. Misqalek zêr niha bi 5 ezar û 967 lîrayan tê firotin.