Lêkolîn: Derbarê entegrasyonê de hêvî û fikar bi hev re ne
RûpelNews - Li gorî lêkolîneke Navenda Lêkolînên Meydanî (SAMER), ku 175 parvekirinên li ser Xê di navbera 22ê Tebaxê û 15ê Îlona 2026an de analîz kirine, nêrîna li ser medyaya civakî ne tenê bi du aliyan ve tê dabeşkirin: Piştgirî û dijberî. Li gel hêviyên ji bo asayîbûna siyasî, fikarên derbarê windakirina maf û ewlehiyê de jî di parvekirinan de bi awayekî berbiçav cih digirin.
"Hêviya bi şert" derdikeve pêş
Lêkolînê sê nêzîkatiyên bingehîn ên li hember yekbûnê antegrasyonê destnîşan kirin. Digel ku nêzîkatiya erênî pêvajoyê wekî dawiya nakokiyan û beşdariya Kurdan di Sûriyeya nû de dibîne, nêzîkatiya bi şert di warên ziman, çand, nûnertiya siyasî û ewlehiyê de garantiyên berbiçav dixwaze. Di heman demê de, nêzîkatiya rexneyî balê dikişîne ser metirsiya zêdebûna navendîbûnê û windakirina destkeftiyên heyî.
Perwerdeya bi zimanê kurdî û ewlehî di rojeva de ne
Hat destnîşankirin ku, bi demê re, giringiya nîqaşan ji hilweşandina HSDê û entegrasyona leşkerî veguheriye ser perwerdeya bi zimanê kurdî, mafên siyasî, nasnameya çandî û ewlehiyê.
Kuştina Sîpan Hiznî û bûyera girtîgeha Kobanê jî wekî geşedanên ku bandor li ser baweriya bi pêvajoyê kirine hatin destnîşankirin.
Li gorî encamên lêkolînê, pejirandina civakî ya yekbûnê dê bi pêkanîna tedbîrên têkildarî garantîkirina mafan, ewlehiyê, nûnertiya siyasî û parastina mafên çandî ve girêdayî be.
Lêkolînê her wiha tekez kir ku lêkolîn tenê 175 parvekirinên li ser X'ê li xwe girtiye, û ku encam nêrînên hemû kurdên li Rojava nîşan nadin.