Ji beriya 43 salan Enfala Barzaniyan dest pê kir
RûpelNews - Barzanî berî ku rûbirûyî pêla enfalê bibin, di salên 1970an ên sedsala borî de bo başûrê Iraqê hatibûn veguhastin.
Di sala 1978ê de parek ji wan ji warê wan bo kampên bi zorê yên Diyana, Herîr, Behirkê û Goretûyê di bin çavdêriyeka tund a serbazî de hatin komkirin, daku bo qonaxa tinekirinê bên amadekirin. Herwiha di sala 1980ê de jî hejmareka din di her du komelgehên Quds û Qadisiyeyê yên Quştepeyê de hatin binecihkirin.
Li gorî belgenameyên fermî yên rejîma Beisê, di dawiya meha Tîrmehê û destpêka Tebaxa sala 1983ê de, hêzeka mezin ku ji hêzên Nivîsîngeha Emna Hewlêrê, Fewcên Hawarçûnê û hêzên Zêrevanên Komarî pêk hatibûn, bi dizî ew komelgehên bi zorê dorpêç kirin ên ku Barzanî lê hatibûn binecihkirin û paşê di sê qonaxan de dest bi girtina Barzaniyan kir:
- Qonaxa Yekê (31.07.1983): Komkirina Barzaniyên şêniyên Quştepeyê li her du komelgehên Quds û Qadisiyeyê li derdora parêzgeha Hewlêrê.
- Qonaxa Duyê (10.08.1983): Komkirina Barzaniyên şêniyên Herîr, Diyana, Behirkê û gundên Mêrgesorê.
- Qonaxa Sêyê (01.10.1983): Pişkinîna xanî bi xanî li kampan, bo girtina wan kesên ku di qonaxên berê de derbaz bûbûn.
Rastiya van tawanên hov bi nivîsareka fermî ya Rêveberê Ewlekariya Giştî ya hejmar 84 di 29ê Adara 1989ê de bo Sekreterê Serokatiya Komara Iraqê zêdetir eşkere dibe.
Di wê nivîsarê de hatiye diyarkirin ku bi fermana Rêveberê Emna Giştî ya wê çaxê Dr. Fazil Berak, di 1ê Tebaxa 1983ê de hemî mêrên Barzanî yên jiyê wan ji 15 salan mezintir hatine girtin û bi timbêlên mezin bo Bexdayê hatine veguhestin.
Herwiha li gorî eynî belgeyê, li kampa Herîrê 403 welatiyên Barzanî bi hinceta peywendiya ligel Pêşmergeyan hatine sêdaredan.
Li Diyana, Behirkê û Mêrgesorê jî Barzanî hatine girtin û bo zindana Ebû Xirêbê hatine şandin, ku paşê 667 kes ji wan li ser fermana Emna Giştî hatin sêdaredan û ferman hatibû dan ku tu agahiyan nedin malbatên wan.
Ji nav 8 hezar enfalkiriyên Barzanî, gorên bikom ên parek ji wan di biyabanên Bosiyeyê de li başûrê Iraqê hatin dîtin. Heta niha di sê qonaxan de rûfatên wan bo Kurdistanê hatine vegerandin:
1. Qonaxa Yekê: 512 rûfat di 16ê Cotmeha 2005ê de.
2. Qonaxa Duyê: 93 rûfat di 6ê Adara 2014ê de.
3. Qonaxa Sêyê: 100 rûfat di 30ê Tîrmeha 2022ê de.
Dosyeya jenosîda Barzaniyan di sala 2010ê de pêşkêşî Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê hat kirin û di sala 2011ê de wekî jenosîd hat naskirin. Lê heta niha bi rengekê fermî ji aliyê Parlamena Iraqê û Hikûmeta Federal ve nehatiye pejirandin.
Ev jî bûye asteng ku heta niha kesûkarên qurbaniyên vê jenosîdê ji aliyê Bexdayê ve nehatine qerebûkirin.