Li ser bûyerên beriya maça Amedsporê 7 kes hatin desteserkirin
RûpelNews - Lêpirsîn li ser êrîşa bi keviran a li ser otobuseke ku alîgirên Trabzonsporê vediguhast û beriya maça Amedspor-Trabzonsporê li navçeya Erxeniyê ya Amedê qewimî, berdewam dike.
Di 31ê Tebaxê de, yek ji otobusên ku alîgirên Trabzonsporê yên ji bo maçê hatibûn Amedê vediguhast, dema di navçeya Erxeniyê re derbas dibû, bi keviran hat êrîşkirin. Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, nîşan dan ku alîgirên Trabzonsporê êrîşî jinên li kêleka rê sekinîbûn dikin.
Di pevçûna ku piştî êrîşê derket holê de du kes birîndar bûn.
Heft kes hatin desteserkirin
Wekî beşek ji lêpirsîna ku ji aliyê Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Erxeniyê ve piştî bûyerê hatiye destpêkirin, heft kes hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku kesên hatine desteserkirin ev in: D.K. (54), Î.K. (54), H.K. (21), E.Y. (23), M.M.U. (23), R.G. (18) û H.Î. (15).
Hat ragihandin ku kes niha di bin prosedurên polîsan de ne. (AA)