TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Du wezîr û Serokê TFFê beriya maça dîrokî ya Amedsporê hatin Amedê

📅 16 tebax 2026 18:46
Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak û Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Îbrahîm Haciosmanoglu beriya maça yekem a Amedsporê ya di Lîga Super de gihîştin Amedê.

RûpelNews - Li gel Wezîr Bak û Haciosmanoglu, endamên Komîteya Rêveber a TFFê jî li Balafirgeha Amedê ji aliyê Serokê Amedsporê Nahît Eren û berpirsên yaneyê ve hatin pêşwazîkirin.

Rêveberiya Amedsporê pêşwaziyeke germ li şandeya mêvan kir; piştî pêşwaziyê, Wezîr Bak, Haciosmanoglu û hevrêyên wan berê xwe dan otela xwe.

Çav li ser maça dîrokî ne

Amedspor û Erzurumspor FK dê îşev di saet 21:30an de di hefteya yekem a Lîga Super de li Yarîgeha Amedê dê werin pêşberî hevdu.

Tê payîn ku Wezîr Bak û Haciosmanoglu beriya maça dîrokî di şîveke ku dê were lidarxistin de bi rêveberiya Amedsporê re bicivin. Piştî maçê, dê çav hemûyan li ser encama yekemîn ceribandina Amedsporê ya di Lîga Super de be.

Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftî jî dê temaşeyî maçê bike.

Parve bike: