Pênc kesên ku di maça Amedsporê de 'kîsikên zer' hejandin, hatin berdan
RûpelNews - Dîmenên ku tê de hin alîgirên Kocaelîsporê di maça ku di 24ê Tebaxê de li Stadyuma Kocaelî hat lîstin de, kîsikên zer ber bi alîgirên Amedsporê ve hejandine, li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Her wiha hat ragihandin ku di dema maçê de gotinên nijadperest li dijî Amedspor û alîgirên wê hatine gotin.
Li ser pênc kesan lêpirsîn
Serdozgeriya Giştî ya Kocaelî lêpirsînek li ser bûyerê da destpêkirin. Pênc kesên ku nasnameyên wan hatine destnîşankirin, hatin binçavkirin.
Li dijî gumanbaran li gorî Xala 216an a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya ji ber "handana gel bo nefret û dijminatiyê" û li gorî Qanûna Hejmar 6222 ya ji ber "dirûşmên ku gef an heqaret dihewînin" doz hat vekirin. Gumanbar piştî biryara hepsa malê ya ku ji aliyê dadgehê ve hat dayîn, hatin berdan.
Baroya Amedê jî gilînameyeke cezayî tomar kir
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê jî li dijî berpirsiyarên çalakiya navborî gilînameyeke cezayî tomar kir.
Baroyê diyar kir ku protestoya kîsikên zer' wêneyên pevçûn û tundûtûjiyê anîne bîra mirovan, gef pêk aniye û aştiya civakî kiriye armanc. Di gilînameya cezayî de hat xwestin ku li ser bingeha binpêkirina Qanûna Hejmar 6222, şermezarkirina beşek ji gel bi awayekî giştî, handana gel bo nefret û dijminatiyê, û gefxwarinê, tedbîrên yasayî werin girtin. Baroyê ragihand ku ew ê çavdêriya pêvajoyên yasayî bike.
Xwepêşandana kîsikê zer' wekî îşareteke sembolîk tê zanîn, ku di salên dawî de li Tirkiyeyê wekî amajeyek ji bo kîsikên ku ji bo veguhestina termên endamên PKKê tên bikaranîn, tê şîrovekirin.