TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Xemaney Amerîka bêminnet kir

📅 30 hezîran 2018 22:19

Peyamakurd – Rêberê dînî yê Îranê Elî Xemaney îdîa kir ku serokên berê yên Amerîkayê zext li ser Îranê kirine lê encam bi dest nexistine.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Xemaney, rêberê dînî ragehandiye ku şeş serokên Amerîkayê berî naha kar li ser cezakirina Îranê kirin, lê ti yek ji wan jî negihîşt armanca xwe.

Li gor Xemaney cezakirina aborî û siyasî ya Amerîkayê li ser Îranê bo tehrîkkirin û  rakirina gel e,

Demek e ji ber zêdebûna nirxê tiştan û daketina nirxê tumenê Îranê, xelkê Îranê dest bi xwepêşandanan dijî hikûmeta Îranê kirine û wê hikûmetê wek sedema pirsgirêka darayî ya welat dibînin.

Parve bike: