TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Xemaney Siûdî, Îmarat û Amerîka nîsan da 

📅 24 îlon 2018 22:43

PeyamaKurd - Li ser êrîşa merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê ya li Ehwazê, li hember serbazên Iranê pêkhatibû û di encamê de 29 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 60 kesan jî brîndar bibûn, bandora bûyerê dewam dike.

Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xemaneyî diyar kir ku: “Êrîşbar ji alî Erebistana Siûdî û Îmaratê ve hatine fînansekirin û Amerika jî piştgiriya êrîşbaran kiriye”.

Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehwazê berpirsiyariya êrîşa Ehwazê girtibû ser xwe.

Berpirsiyarên Îranê ragihandibûn ku, dê bi awayek tund tola vê êrîşê hildin.

Parve bike: