TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîkayê li hember serdana Esed a Îmaratê nerazîbûneke tund nîsan da

📅 19 adar 2022 12:59

PeyamaKurd Amerîkayê li hember serdana Beşar Esed a Îmaratê, nerazîbûneke tund nîşan da û pêwendiyên her du aliyan protesto kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û bi tundî serdana Esed û asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Îmaratê protesto kir.

Ligor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, ew tevger hewildanên rêwakirina Esad in û ew ji ber wan xemgîn bûne. Ji ber ku Beşar Esed “berpirsê kuştin û koçberbûn û zehmetiyên zêde û wendabûna 150 hezar jin, mêr û zarokên Sûrî ye.”

Parve bike: