TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Wezîrê Îranê îstîfa kir

📅 20 cotmeh 2018 19:20

PeyamaKurd- Wezîrê gihandin û bajarvaniyê yê Îranê Ebbas Ahûndî îstîfa kir. Sedema îstîfa Ahûndî îxlîlafa di mijarên avakirina bajaran ji nû de û ji aliyê ûsûla birêvebirina aboriyê de ye.

Wezîr nameya îstîfa xwe ya ku di 1 ê êlûnê de daye serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, îro di ser hesabê xwe yê medyayê de weşand. Ebbas Ahûndî dibêje ku xebateka baş ya bo avakirina bajaran ji nû de nayê kirin û hukumet bi bazaran re zêde mudaxele dike û ne raste ku ewv di hukumetê de wezîfa xwe dewam bike.

Ahûndî dibêje divê tetbîqa qanûnan, rêzgirtina bo mafê mulkiyetê û bazara li ser bingeha reqabetê zerarê nebîne lê hukumet bi sedema dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê mudaxele bi hemû tiştan dike.

Parve bike: