Wezîrê Derve yê Îranê: Divê Tel Avîv li benda hejmartineke dijwar be
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan derbarê kuştina Razî Mûsewî di êrîşa Îsraîlê ya li nêzî Şamê de bi van gotinan bertek nîşan da û got: "Divê Tel Avîv li benda hejmartineke dijwar be."
Ebdullahiyan, di derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Xê, sersaxî ji malbata Razî Mûsewî yek ji fermandarên Artêşa Pasdarên Îranê li Sûriyê û gelên Îran û Sûriyê re xwest.
Ebdullahiyan ku Mûsewî weke "Şêwirmendê têkoşîna li dijî terorê ya li Sûriyeyê" ya welatê xwe bi nav kir, diyar kir ku fermandarê navborî bi salan bi generalê Îranî Qasim Silêmanî re ku di êrîşa Amerîkayê ya li Iraqê de hat kuştin, li herêmê ye.
Ebdullahiyan di nivîsa xwe de wiha nivîsiye: “Divê Tel Aviv çaverê jimartineke dijwar be.”
Razî Mûsewî yek ji fermandarên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê duh êvarê di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li nêzîkî Şamê hat kuştin.
Artêşa Muhafizên Şoreşê ragihand ku di 12ê Kanûnê de 2 endamên artêşê yên bi navê Muhammed Ali Atayi Shurçe û Panah Takizade di êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyeyê de hatine kuştin.
Hêzên Îsraîlî ku ev nêzî 80 roj in êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser Şerîda Xezzeyê didomînin û di encamê de zêdeyî 20 hezar Filistînî hatin qetilkirin, car caran êrîşên hewayî li ser xaka Sûriyeyê pêk tînin.