Kurdistan
Wezareta Pêşmergeyan: Bi dronan êrişî baregeheke nêzîkî Çemçemalê hat kirin
Wezareta Pêşmergeyên Kudistanê ragihand ku êrîşeke bi droneke bombebarkirî li ser baregeheke Pêşmergeyan ya li nêzîkî sînorê Çemçemalê hatiye kirin. Wezaretê diyar kir ku êrîş şeva borî pêk hatiye û bi vê êrişê ewlekarî û aramiya herêmê hatiye armancgirtin.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezaretê ve hat weşandin, êrîş hate şermezarkirin, û Wezaretê diyar kir ku ew ji aliyê "rêxistineke terorîst a neqanûnî" ve hatiye kirin. Daxuyaniyê destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî li ser pozîsyonên Pêşmergeyan di demekê de pêk tên ku rewşa ewlehiyê li herêmê nazik û aloz e.
Wezareta Pêşmergeyan her wiha bang li Fermandariya Bilind a Hêzên Çekdar ên Iraqê kir ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşên li ser pozîsyonên Pêşmergeyan gavên pêwîst bavêjin.