Cîhan
Ukrayna bi dronan êrişî Rusyayê kir: Li Moskowê 16 kes birîndar bûn
Parêzgarê Herêma Moskowê li Rûsyayê Andrey Vorobyov, ragihand ku di encama êrîşên ku ji aliyê firokeyên bêmirov ên Ukraynayê ve hatine kirin de, li herêma Moskowê 16 kes birîndar bûne.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Vorobyov derbarê êrîşên dronan ên artêşa Ukraynayê yên li ser herêmê de agahî da.
Hat ragihandin ku di dema êrîşê de, dronek li avahiyeke pirqatî ya li bajarokê Zhukovskyê ket, û niştecihên avahiyê hatin valakirin. Li bajarokê Lyubertsi, hat ragihandin ku saloneke werzîşê û tesîseke pîşesaziyê zirar dîtine, di heman demê de li navendeke danûstandinê ya li Kotelniki şewat derket.
Vorobyov wiha got: "Di encama êrîşa dronan de, li herêma Moskowê 16 kes, di nav de du zarok jî, birîndar bûn. Alîkariya tenduristiyê ji birîndaran re tê dayîn. Li dû êrîşan lêpirsînên pêwîst berdewam dikin."