TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Vîdeo – Bulgaristan bi strana 'Bangaranga' bu yekemê Eurovisiona 2026an

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 17 gulan 2026 16:07
Pêşbirka Stranan a Eurovisionê bi fînala mezin a balkêş ku li Viyanayê, paytexta Awistiryayê, hat lidarxistin, bi dawî bû. Piştî maratoneke dengdanê ya pir nêzîk, Bulgaristanê hem di dengên jûrîyê û hem jî di yên gel de pêş ket û yekemîn serkeftina xwe di dîroka pêşbirkê de misoger kir.

RûpelNews - Stêrka pop a Bulgarî ya 27-salî Dara, ku di destpêka pêşbirkê de wek favorî nedihat dîtin, bi strana xwe ya bi enerjiya bilind "Bangaranga" karîbû hevrikên xwe li paş xwe bihêle. Dara, ku li welatê xwe kesayetiyeke populer e û di pêşbirka 'The Voice' de endamek ji juriyê ye, piştî ku bi giştî 516 pûan bi dest xist, mîkrofona krîstal rakir.

Bangaranga, ku di zimanê Patois ê Jamaîkayî de tê wateya "kaos", çîroka têkoşîna hunermendê bi fikar û ADHD (Nexweşiya Kêmasiya Baldariyê û Hîperaktîvîteyê) re vedibêje, ku par ev teşhîs lê hatibûn kirin. Di performansa stranê ya li ser sehnê de koreografiyeke xurt a ku ji kevneşopiya kevnar a Bulgarî ya "Kukeri" îlhama xwe girtibû, hebû, ku armanca wê dûrxistina ruhên xerab e. Piştî serkeftinê, Televîzyona Neteweyî ya Bulgaristanê bi awayekî fermî piştrast kir ku pêşbirka sala bê dê li paytext Sofya were lidarxistin.

Îngîlîstanê careke din di rêza dawî de ma

Keyaniya Yekbûyî careke din di pêşbirkê de rûbirûyê bêhêvîtiya herî mezin bû. Strana "Eins, Zwei, Drei", ku ji aliyê YouTuber Look Mum No Computer, yê ku bi dahênanên xwe yên neasayî tê nasîn, hate pêşkêşkirin, di pêşbirkê de tenê bi yek pûana ji jûriya Ukraynayê di rêza dawî de ma. Bi vê encamê, Keyaniya Yekbûyî ji sala 2020an vir ve cara sêyemîn di rêza dawî de cih digire. Di heman demê de, raya giştî ya Brîtanî di dengdana gel de 12 pûanên tam dan Bulgaristanê.

Rêzbendiya 10 Welatên Herî Baş a Eurovision 2026

10 welatên herî baş, nûnerên wan û xalên ku wan wergirtine, li gorî encamên Fînala Mezin, wiha ne:

1- Bulgaristan: Dara – "Bangaranga" - 516 Xal
2- Îsraîl: Noam Bettan – "Michelle" - 343
3- Romanya: Alexandra Căpitănescu – "Choke Me" - 296
4- Awistralya: Delta Goodrem – "Eclipse" - 287
5- Îtalya: Sal Da Vinci – "Per Sempre" - 281
6. Fînlandiya: Linda Lampenius x Pete Parkkonen - 279
7. Danîmarka: Søren Torpegaard Lund - 243
8. Moldova: Satoshi - 226
9. Ukrayna: LELEKA - 221
10. Yewnanistan: Akylas - 220

Boykot û pirsgirêkên teknîkî

Eurovision 2026 di nav nîqaş û protestoyên siyasî de pêk hat. Pênc welatan, di nav de Îrlanda, Îzlanda û Spanya, ku ji ber şerê li Xezeyê li dijî beşdariya Îsraîlê ya di pêşbirkê de protestoyan kiribûn, çalakiya îsal bi temamî boykot kirin. Digel ku li navenda bajarê Viyanayê protestoyên berfireh hatin lidarxistin, di dema performansa nûnerê Îsraîlê, Noam Bettan de, li salonê ti bûyer çênebûn.

Detayeke din a balkêş a êvarê, pirsgirêkeke teknîkî bû di dema performansa Komara Çekyayê de. Piştî ku weşana vîdyoyê qut bû, stranbêj Daniel Žižka daxwaz kir ku vegere ser dikê, lê organîzatoran ev daxwaz red kir û diyar kirin ku deng û performansa giştî ji ber vê pirsgirêka biçûk a kamerayê bandor nebûne.

Strana yekemîn: Bangaranga:

Parve bike: