TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Îranê hişyarî da Bulgaristanê: Dê berpirsiyariyê hilgirin!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 tîrmeh 2026 14:56
Îranê li hember bicihkirina firokeyeke dagirtina sotemeniyê ya li hewayê ya DYAyê li baregeheke leşkerî ya li Bulgaristanê, bi tundî bertek nîşan da. Digel ku Tehranê diyar kir ku rêveberiya Sofiyayê dê berpirsiyariya vê biryarê hilgire, Wezîrê Parastinê yê Bulgaristanê jî peyam da gel ku "rîsk sînordar e".

RûpelNews - Îranê hişyariyên xwe ji nû ve ji hikûmeta Sofiyayê re derbarê bicihkirina balafirên leşkerî yên Amerîkayê li Bulgaristanê dubare kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand, biryara hikûmeta Bulgaristanê ya destûrdana bicihkirina balafireke amerîkî ya dagirtina sotemeniyê li hewayê li baregehên leşkerî yên li welêt wekî "biryareke xeternak" bi nav kir.

Beqayî diyar kir: "Divê kesên ku li Bulgaristanê di pozîsyonên biryardayînê de ne, berpirsiyariya vê biryara xeternak a destûrdayîna bicihkirina firokeyeke hewayî ya dagirtina sotemeniyê ya Amerîkayê li baregehên xwe yên leşkerî, bigirin ser xwe."

Berdevkê Îranê anî ziman ku ev ne bûyereke îzolekirî ye, û îdia kir ku Bulgaristanê berê jî biryarên bi vî rengî dabûn ji bo piştgiriya operasyonên leşkerî yên DYAyê yên li dijî Îranê.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Gelê Bulgaristanê baş dizane ku gelê Îranê ti carî pirsgirêkên wan bi Bulgaristanê re nebûne. Bi dehsalan e, têkiliyên di navbera her du welatan de li ser bingeha rêzgirtina dualî bûne."

Bi vê daxuyaniyê, Îranê niha cara sêyemîn Sofiyeyê derbarê hebûna balafirên leşkerî yên Amerîkayê li Bulgaristanê de hişyar kir.

Peyameke spasiyê ji Trump

Daxuyaniya herî dawî ya Îranê piştî wê yekê hat ku Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social peyamek weşand û spasiya Serokwezîrê Bulgaristanê Rumen Radev kir.

Di parvekirina xwe de, Trump nivîsî: "Spas, Serokwezîr Radev! Bulgaristan li gel Trump e û tevî gefên Îranê jî piştgiriyê dide bicihkirina baregeheke Hêzên Hewayî yên DYAyê."

Wezîrê Parastinê: Rîsk sînordar e

Digel ku daxuyaniyên Îranê fikarên ewlehiyê li Bulgaristanê zêde kirine, Wezîrê Parastinê Dimitar Stoyanov hewl da ku gel rehet bike.

Di axaftina xwe ya ji bo kanala televîzyonê ya bulgarî bTV re, Stoyanov got ku ew ji îhtimala êrîşeke moşekî ya Îranê li ser Bulgaristanê ne bi fikar e, lê lê zêde kir ku ew îhtimalê ku "her tişt mimkun e" ji holê ranake.

Di nirxandina rîska êrîşên terorîstî yên muhtemel de, Stoyanov anî ziman ku asta rîskê ji dema ku balafirên leşkerî yên amerîkî berê li balafirgeheke sivîl hatibûn bicihkirin, kêmtir bû.

Serê vê hefteyê, Parlamentoya Bulgaristanê bicihkirina firokeyeke amerîkî li Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Bezmerê pejirandibû. Biryarê bû sedema protestoyên niştecihên herêmî û xwepêşanderan nîgeraniya xwe anîn ziman ku bingeha leşkerî ji ber aloziyên herêmî yên zêde dibe hedefeke potansiyel.

Parve bike: