Wezaretê Pêşmerge: Wêne û vîdeoyên xwe yên leşkerî ji kesî re neşînin
RûpelNews - Wezareta Pêşmerge, derbarê parvekirinên dîmenên leşkerî yên Pêşmergeyan li ser torên civakî, daxuyaniyek belavkir û ragihand:
"Hinek rûpel, hesab û kesayetiyên li ser torên civakî, ji efser û Pêşmergeyan dixwazin ku wêne û vîdeoyên beşdariya xwe ya di şeran de bi cil û bergên leşkerî ji wan re bişînin."
Wezaretê ji efser û Pêşmergeyan xwest ku di vê mijarê de gelekî baldar bin û wiha domand:
"Ji bo parastina agahiyên kesane û giştî, di vê mijarê de gelekî baldar bin. Bi ti awayî wêne û vîdeoyên taybet ên çalakiyên xwe yên leşkerî ji ti kes û aliyekî re neşînin.
Bi taybetî li ser torên civakî bi berpirsyarî û hişyariyeke mezin nêzîkî vê mijarê bibin û xwe û yekîneyên xwe yên leşkerî biparêzin."
Hişyarî li ser rûpela fermî
Wezaretê herwiha ev hişyarî da û ragihand:
"Divê were gotin ku rûpela fermî ya Wezareta Pêşmergeyan heye ku nûçe û çalakiyên xwe tê de belav dike.
Lê belê hinek rûpel û hesabên li ser torên civakî bi navên cuda, gelek caran wêne û agahiyên leşkerî belav dikin.
Ji bilî vê yekê, hinek kesan jî li ser torên civakî rûpel û hesab çêkirine."