Trump: Şer dê di demek nêz de bi dawî bibe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê şerê Îran-Amerîka-Îsraîlê yê ku di 28ê Sibatê de dest pê kirî de got, "Hema hema tiştek nema ku bibe hedef. Şerê bi Îranê re dê di demek nêz de bi dawî bibe. Şer gelek baş diçe, me di şeş hefteyên pêşîn de ji ya ku me texmîn dikir zêdetir ziyan gihandiye."
Trump di hevpeyvîneke telefonî ya kurt de ji Axios re got ku şerê bi Îranê re dê di demek nêz de bi dawî bibe. Trump got, "Hema hema tiştek nema ku were hedefgirtin."
Di axaftineke telefonî de ku nêzîkî pênc xulekan dewam kir, Trump got, "Hin tiştên biçûk mane... Ez kengî bixwazim şer dê bi dawî bibe."
Îsraîl: Şer heta ku pêwîst be dê bidome
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz got ku şer dê "bêyî sînorekî demî, heta kengî pêwîst be" bidome.
Katz got ku operasyon dê heta ku hemû armanc bên bidestxistin û kampanya bi serkeftineke biryarder bi dawî bibe, bidomin.
Rayedarên amerîkî û îsraîlî ragihandin ku amadekarî tên kirin da ku êrîşên li ser Îranê herî kêm du hefteyên din jî bidomin.