Cîhan
Trump: Şerê li dijî Îranê di demeke nêz de dê bi dawî bibe
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa "Şerê li dijî Îranê kengî dê biqede?" wiha bersiv da: "Di demeke nêzîk de dê biqede."
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li paytexta Îrlandayê li Dublinê ji rojnamevanan re daxuyanî dan.
Li ser pirsa "Şerê li dijî Îranê dê kengî biqede?" wiha bersiv da: "Bi ya min di demek nêzîk de dê bi dawî bibe."
Li gor ragihandina Trump çend hefte mabû ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerê da ku êrîş li Îsraîlê û Rojhilata Navîn bike lê Amerîka pêşî lê girt û Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleerê.