Trump li dijî Îranê şerê aborî ragihand
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Trump îdia kir ku wî derfetek daye Îranê ji bo gihîştina lihevkirinekê, lê Tehranê ev derfet ji dest daye.
Trump, ku îdia kir ku kapasîteyên leşkerî yên Îranê bi awayekî berbiçav zerar dîtine, destnîşan kir ku rewşa aborî ya welêt jî di bin zextên giran de ye.
Welatên ku piştgiriyê didin Îranê jî hatin hişyarkirin
Trump got ku ew welatên ku piştgiriya aborî didin Îranê jî dê bi encamên giran re rû bi rû bimînin. Trump banga bidawîkirina piştgiriya ku bi rêya qaçaxçitiya petrolê, veguhestina pereyan, danûstandinên diravên biyanî, qeydên keştiyan û şirketên çêkirî ji Îranê re tê kirin, kir û ji hevalbendan xwest ku li gel DYAyê bisekinin.
Trump diyar kir ku armanca tedbîrên ragihandî ew e ku Îranê bêtir îzole bikin û "şiyana wê ya belavkirina terorê li seranserê cîhanê" lawaz bikin.