Dema ku mohleta 48 saetan a Trump dabû Îranê bi dawî bibe, dê çi biqewime?
RûpelNews - Li navçeyê aloziyên dîplomatîk û leşkerî berdewam dikin. Pirs ev e, gelo dema ku mohleta Trump daye Îranê bi dawî bibe dê çi biqewime? Şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de dê ber bi kûderê ve biçe?
Pevçûnên Îsraîl-Îran-Amerîkayê, ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, dikeve roja xwe ya 24an. Digel ku rêveberiya Washingtonê diyar kiriye ku eger Îran Tengava Hurmûzê li ber keştiyan veneke, ew dikare binesaziya enerjiyê bike armanc, Tehranê jî hişyarî daye ku ew ê li dijî her êrîşekê tola xwe hilîne. Bi dawîbûna mohletê re, egera ku pevçûn bikeve qonaxeke nû ya leşkerî an jî berdewamiya zexta dîplomatîk û leşkerî, di rojeva de dimîne.
Li navçeyê alozî zêde dibe
Encûmena Parastinê ya Îranê ragihand ku, eger Amerîka û Îsraîl êrîşî girav û peravên Îranê bikin, dê li Tengava Besrayê mîn bên danîn û dê hemû xetên ragihandinê bên qutkirin. Cîgirê Serokomarê Îranê Îsmaîl Sekab Îsfahanî bang li gelê Îsraîl û dewletên Kendavê kir ku di nava 48 saetan de avê kom bikin û telefonên xwe şarj bikin, û bal kişand ser egera pêlên nû yên êrîşan. Daxuyanî piştî ragihandina Serokê Amerîkayê Trump hat ku gotibû Amerîka dikare binkeyên elektrîkê yên Îranê bike armanc.
Mohlet sibe bi dawî dibe
Trump diyar kir ku eger Tengava Hurmûzê di nav 48 saetan de bi temamî neyê vekirin, Amerîka dikare êrîşî binkeyên elektrîkê yên li Îranê bike. Tê payîn ku ev mohlet, li gorî dema herêmî ya Îranê, roja sibe saet 03.15an bi dawî bibe. Pisporan hişyarî daye ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê dikarin l iqadeke berfireh bibe sedema qutbûna elektrîkê, astengiyên di xizmetên bingehîn de û kûrbûna krîzên mirovî yên heyî.
Îranê derbarê tolhildanê de daxuyaniyek da
Pasdarên Îranê ragihand ku, wek tolhildan, binkeyên elektrîkê yên li Îsraîlê û binkeyên enerjiyê yên li hin welatên herêmî yên ku enerjiyê didin baregehên Amerîkayê, dikarin bên armankirin. Her wiha hat ragihandin ku binesaziya aborî û pîşesazî ya kompanyayên Amerîkî yên ku li herêmê kar dikin, dibe ku bikeve nav tedbîrên tolhildanê yên çaverêkirî.
Li herêmê êrîşên hewayî û êrîşên tolhildanê berdewam dikin. Piştî îdiayên ku Îranê hin binkeyên enerjiyê li Kendavê kiribûn armanc, Îsraîlê pêleke nû ya êrîşên hewayî li dijî Tehranê da destpêkirin. Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ragihandin ku sîstemên wan ên parastina hewayî hin mûşek û firokeyên bêmirov xistine. Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî Fatîh Bîrol, ragihand ku herî kêm 40 binkeyên enerjiyê yên li herêmê zirareke giran dîtine.
Îranê ragihand ku wê êrîşên mûşekî û dronî li ser armancên li Îsraîl û Kendavê pêk anîne, û diyar kir ku dibe ku balyozxaneyên Amerîkî û herwiha binesaziya enerjiyê jî bikevin ber êrîşan. Astengiyên li ser çûnûhatina deryayî ya li Tengava Hurmûzê zextê li ser barkêşiyên petrolê yên cîhanî dikin; bihayê petrolê ji 100 dolarî ji bo her bermîlekê derbas bûye.
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê
Kurdên Rojhilat jî ji pevçûnê bandorê dibînin. Êrîşên li ser enerjî û binesaziyê, bi taybetî li herêmên sînorî, rasterast bandorê li jiyana rojane û ewlehiyê dikin. Ji bo nifûsa sivîl pir girîng e ku amadekariyên bingehîn bikin û civaka navneteweyî jî geşedanan ji nêz ve dişopîne.
Rêberê olî yê Îranê Elî Xanemeyî hatibû kuştin
Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê de, serokê Îranê Elî Xameneyî û gelek karbidestên payebilind jiyana xwe ji dest dan. Daxuyaniyên ji aliyê Îranê ve tekez dikin ku êrîşên nû yên ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve dikarin binesaziya krîtîk a li herêmê bikin armanc. Digel ku tengezariyên dîplomatîk û leşkerî berdewam dikin, bazarên enerjiyê û rîska li ser ewlehiya sivîlan li herêmê di astên bilind de ye.