Trump: 48 saetan didim Îranê | Îran: Em jî dê êriş bikin
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Trump bang li hikûmeta Tehranê kir derbarê Tengava Hurmuzê de, ku ji bo veguhestina enerjiya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir: "Eger Îran di nav 48 saetan de bêyî ti gefan bi temamî Tengava Hurmuzê veneke, Amerîka dê li dijî gelek binkeyên elektrîkê yên Îranê, destpêkê ji ya herî mezin, jinav bibe."
Îranê bersiva gefên Trumpî da
Pasdarên Îranê, bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva gefa Trump da. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tasnimê, ya nêzîkî hikûmeta Îranê, hat weşandin, hat ragihandin ku eger binesaziya enerjiyê ya Îranê bibe armanc, dibe ku binesaziyên taybet ên Amerîka û Îsraîlê jî wekî bersiv bên armanckirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Eger êrîşek li dijî binesaziya sotemenî û enerjiyê ya Îranê çêbibe, dê binesaziyên enerjî, teknolojiya agahdariyê û ava şirîn ên DYE û Îsraîlê yên li herêmê bên armanckirin.”