TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Me rêberekî payebilind ê DAIŞê kuşt

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 gulan 2026 08:46
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rêvebirekî payebilind ê DAIŞê hat kuştin.

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkî û Nîjeryayî rêberekî payebilind ê DAIŞê kuştine.

Trump li ser medyaya civakî got, "Ebu Bilal el-Minukî, rêberê duyem ê DAIŞê, wisa difikirî ku dikare li Afrîkayê xwe veşêre. Lê wî nizanîbû ku çavkaniyên me cihê wî ji me re agahdar dikin." 

Trump wiha axivî: "Bi kuştina Minukî re, kapasîteya operasyonel a cîhanî ya DAIŞê bi awayekî berbiçav kêm bûye."

Di lîsteya reş de wek terorîstê cîhanî cîh girtibû

Hat destnîşankirin ku Minukî, yê ku di sala 2023an de ji aliyê Amerîkayê ve navê wî di lîsteya cezayan de hatibû nivîsandin ku pêwendiya wî bi komên girêdayî DAIŞê yên ku li Afrîkaya Rojava xwedî hebûneke xurt in hebû.

Trump spasiya hikûmeta Nîjeryayê ji bo operasyonê kir lê derbarê hurguliyên operasyonê de agahî parve nekirin. 

"Em dikarin li Îranê hemû tiştan du rojan de tune bikin"

 

Ji aliyê din veTrump, dema vegera ji serdana xwe ya Çînê ji medyaya Amerîkayê re aaxivî û qala Îranê jî kir: "Eger me bixwesta, me dikaribû di nav du rojan de binesaziya Îranê tune bikira."

Trump amaje pê kir ku wan zirar nedabû hemû binesaziya Îranê û wiha axivî: "Me dikaribû di nav du rojan de her tiştî tune bikira. Tehran di danûstandinan de ne pêbawer û ne pêşbînîkirî ye. Wan dixwest her tiştê ku me dixwest bidin me, lê her carê ku em digihîjin lihevkirinekê, roja din ew wisa tevdigerin mîna ku me qet ew sohbet nekiribe. Ev herî kêm pênc caran qewimiye. Pirsgirêkek wan heye."

 

 

 

 

 

 

Parve bike: