TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Amerîkayê 48 serkirdeyên Îranê kuştin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 adar 2026 16:36
Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand, di bombebaranên berdewam ên DYA û Îsraîlê de 48 serkirdeyên Îranê hatine kuştin.

RûpelNews - Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Trump got, "Kes nikare serkeftina ku me bi dest xistiye bawer bike; 48 serkirde bi yek êrîşê ji holê hatin rakirin. Pêvajo bi lez dimeşe."

Êrîşên DYA û Îsraîlê li ser Îranê

Îsraîl û DYA di 28ê Sibatê de dest bi êrîşên leşkerî li ser Îranê kirin.

Îranê jî êrîş bir ser Îsraîlê û hin welatên herêmî, weke Qeter, Îmarat û Behreyn, ku baregehên Amerîkayê lê hene.

Di êrîşên DYA û Îsraîlê de, rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û gelek rayedarên din ên pilebilind hatin kuştin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebarankirinên li dijî welêt de 201 kes hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.

Sê leşkerên amerîkî jiyana xwe ji dest dan

Di heman demê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrîşa Îranê de sê leşkerên amerîkî hatine kuştin û hejmarek leşker birîndar bûne, ku pênc ji wan bi giranî birîndar in.

Derbarê cihê ku leşker lê hatine kuştin de ti agahî nehatin parvekirin.

Parve bike: