TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Senatoya Amerîkayê ji bo şerê Îranê rê li ber Trump asê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 gulan 2026 08:38
Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmayasayeke 'desthilatên şer' pejirand ku tê de ji Trump tê xwestin ji bo egera her operasyoneke leşkerî a li dijî Îranê, erêkirina Kongreyê werbigire.

RûpelNews - Di dengdana ku di rûniştina giştî ya Senatoyê de hat lidarxistin, 50 senatoran dengê erê dan pêşnûmeqanûnê, 47an dengê na dan. Bi vî awayî, pêşnûmeqanûna ku berê şeş caran hatibû redkirin, di hewldana xwe ya heftemîn de Senato derbas kir.

Piştgiriya berbiçav a senatorên Komarî

Senatorên Komarî Rand Paul, Susan Collins û Lisa Murkowski piştgirî dan pêşnûmeqanûnê, wekî ku di dengdanên berê de jî kiribûn. Senatorê Komarî Bill Cassidy, yê ku berê piştgirî nedabû pêşnûmeqanûnê, jî tevlî wan bû.

Lêbelê, Senatorê Demokrat John Fetterman, wekî ku di dengdanên berê de jî kiribû, tekane Demokrat bû ku li dijî pêşnûmeqanûnê deng da.

  
 

Parve bike: