TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Me bi rêberekî rêzdar ê Îranê re hevdîtin kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 23 adar 2026 17:38
Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got ku nûnerên DYA û Îranê heta derengiya şeva borî di danûstandinan de bûn, û lê zêde kir ku bi Tehranê re "xalên lihevkirinê yên girîng" hene.

RûpelNews - Trump li balafirgeha West Palm Beachê, ku dawiya hefteyê lê derbas kiribû, bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump, ku amaje pê kir ku bi Îranê re xalên girîng ên lihevkirinê hene, got, "Em dê bibînin ka ev ê ber bi ku ve biçe."

Trump, got danûstandin ji aliyê Îranê ve hatine destpêkirin û "pir baş" bi rê ve çûne û got; "Eger ew vê yekê bidomînin, ez dikarim bibêjim ku ew dê dawî li wê pirsgirêkê, wê pevçûnê bîne û ez bawer dikim ku ew ê heta radeyeke pir pir mezin dawî lê bîne."

Trump got ku nûnerên wî Steve Witkoff û Jared Kushner beşdarî hevdîtinan bûn, lê zelal nekir ka Amerîka li Îranê bi kê re dicive. Serokê Amerîkayê tenê diyar kir ku kesê ku ew pê re dicivin ne Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî ye û ew rêberekî "rêzdar" e.

"Hevdîtineke rûbirû dê di demek nêz de pêk were"

Trump got, "Ew dixwazin peymanekê bikin. Em jî dixwazin peymanekê bikin" û got ku dê roja Duşemê hevdîtinên telefonî yên din pêk werin û piştî vê yekê dê "di demek pir pir nêz de" hevdîtineke rûbirû pêk were.

Trump wiha axaft: "Em di nav pêvajoyeke pênc rojî re derbas dibin; em dê bibînin ka dê çawa biçe. Heger baş biçe, em dê wê çareser bikin û bigihînin encamekê. Wekî din, em dê bi dilê xwe yê biçûk bombebarankirinê bidomînin," û lê zêde kir ku divê her peymanek misoger bike ku Îran nikaribe çekên atomî bi dest bixe.

Trump got, "Em bombeya atomî naxwazin; em çekên atomî naxwazin," û lê zêde kir ku divê DYA dest dane ser uranyuma Îranê ya pir dewlemendkirî. Serokê DYAyê got, "Toza atomî. Em dê wê bixwazin. Û ez bawer dikim em dê wê bi dest bixin. Me li ser vê yekê li hev kiriye."

Parve bike: