Trump: Îran neçar e ku teslîm bibe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi îdiaya ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi bandor e, ragihand ku dê zext heta ku peymanek were girêdan ji bo pêşîlêgirtina bidestxistina çekên atomî ji aliyê welêt ve, bidome. Trump diyar kir ku, di rewşa heyî de, ji bilî peymanê tu vebijêrkeke din a Îranê nîne.
“Divê Îran nebe xwedî çekên atomî”
Trump, li Qesra Spî pêşwaziya tîma Artemîs 2 kir û bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê Îranê de da. Derbarê bernameya atomî ya Îranê de Trump got, "Em ê ji bilî peymaneke ku misoger bike Îran nabe xwe çekên atomî, ti vebijarkek din qebûl nekin."
Wekî bersivdayîna pirsekê derbarê dema dorpêça deryayî ya li dijî Îranê, Trump destnîşan kir ku dirpêç dê heta ku peymaneke atomî were îmzekiri bidome. Serokê Amerîkayê li ser polîtîkaya li ser Îranê got ku ew polîtka bi bandor e û îdia kir ku aboriya Îranê di rewşeke xirab de ye.