Trump: Hurmuz ji xeynî Îranê ji hemû keştiyan re vekirî ye
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Social derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyanî da.
Trump got ku Amerîka dê baca ji sedî 20 a li ser keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin rake û li şûna wê, bi dewletên tengavê re peymanên bazirganiyê dê bike
Trump diyar kir ku Tengava Hurmuzê ji bilî Îranê ji bo hemû çûnûhatina keştiyan vekirî ye û li ser sedema vê yekê wiha got:
"Sedema vê yekê serokatiya Îrana xapînok, tund û bi niyeta xerab e, ku welat ber bi wêrankirinê ve dibe. Ji ber vê sedemê, em ê dorpêçeke mezin li ser hemû keştiyên ku diçin û tên ji benderên Îranê an jî yên ku her cure barê Îranê hildigirin deynin."
Çi bibû?
Trump duh ragihand ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê li Tengava Hurmuzê ji nû ve hatiye danîn û dê xercek derbasbûnê ya ji sedî 20 li ser hemû keştiyên ku di tengavê re derbas dibin were sepandin.
Trump diyar kiribû ku wekî beşek ji lêçûnên giştî yên ku ji bo misogerkirina ewlehî û parastinê li vê herêma cîhanê ya pir nearam pêwîst in, dê xercê derbasbûnê yê ji sedî 20 li ser hemû keştiyên ku di tengavê re derbas dibin were danîn.