TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Banga Trump bo Îranê: Eger Hurmuz neyê vekirin em ê wêran bikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 30 adar 2026 15:12
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Eger Kendava Hurmuzê demildest ji bo bazirganiyê neyê vekirin, binesaziya enerjiyê ya Îranê dê were wêrankirin”

RûpelNews - Donald Trump li ser hesaba xwe ya medyaya civakî li dijî Îranê peyamên tund belav kirin.

Trump derbarê Kendava Hurmuzê de, ku ji bo bazirganiya enerjiyê xwedî girîngiyeke mezin e hin penam belav kirin.

Trump, derheqê girtina Kendava Hurmuzê de, diyar kir ku eger Hurmuz ji bo çûnûhatina bazirganî ji nû ve neyê vekirin, artêşa Amerîkayê dê destwerdanê bike û binesaziya Îranê dê tarûmar bike.

Trump di beşeke peyama xwe de bal kişand rejîma Îranê ya ji salon 1979an vir de û ji bo serdema rêveberiya 47 salên dawî got: “Ev serdema 47 salan serdemeke terorî ye.”

 

 

Parve bike: