TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Bi egereke mezin em dê îşev li Îranê bidin

📅 08 tîrmeh 2026 16:11
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Em ê bi îhtimaleke mezin îşev gelekî bi tundî li Îranê bixin."

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji bo Lûtkeya NATOyê li Enqereyê ye der barê Îranê de daxuyaniyekê da.

Trump piştî ku di lûtkeyê de ragihand ku agirbest bi Îranê re bi dawî bûye û  peyama êrîşeke nû da.

Trump got: "Em ê bi îhtimaleke mezin îşev êrîşî Îranê bikin. Heke ez wisa bikim, ez ê bi îhtimaleke mezin hişyariyekê bidim. Em ji bo Îran nebe xwediyê nukleerê dixebitin. Em ê danûstandinan bikin. Hêviya min nîn e ku rejîm bê guhertin. Ew 47 sal in axayên Rojhilata Navîn bûne, lê ew ne wisa ne."

Trump îdia kir ku hêza hewayî ya Îranê hatiye tunekirin û wiha axivî:

"Îran gelekî xirab tevdigere. Bombayên kêleka rê rêbaza wan a herî hezkirî bûn. Me şeş kamyonên zirxî şandin wir û wan bombayên hê mezintir çêkirin. Ew wekî ku li dojehê bin dijîn. Jiyana mirovan ji ber Îranê guheriye. Hesabek me bi Îranê re heye ku divê em vê hal bikin."

Parve bike: