Trump: Heger Îran pabendî peyman nebe dê encamên wê hebin
RûpelNews - Di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social de, Trump diyar kir ku eger rejîma Tehranê bi temamî pabendî "peymaneke rastîn" nebe hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê dikare were aktîvkirin.
Artêşa Amerîkayê dê li herêmê bimîne
Trump diyar kir ku keşti, balafir û personelên leşkerî yên Amerîkayê dê li pozîsyonên xwe yên heyî bimînin û destnîşan kir ku ev rewş dê heta ku misoger bibe ku Îranê hemû şert û merc pêk anîne, bidome.
"Egera pevçûnê kêm e, lê amadekarî berdewam in"
Trump, egera têkçûna peymanê wekî "kêm" bi nav kir, lêbelê diyar kir ku di rewşa binpêkirineke muhtemel de, pevçûn dikare bi "pîvaneke nedîtî" rû bide. Trump her wiha tekez kir ku artêşa Amerîkayê di amadebaşiyê de ye.
Redkirina îdiayên "plana 10-xalî"
Trump her wiha îdiayên di çapemeniyê de yên derbarê "plana 10-xalî" ya têkildarî danûstandinên bi Îranê re red kir. Trump, ku amaje pê kir ku plana navborî ji aliyê The New York Times û CNNê ve hatiye weşandin, got ku ev agahî rastiyê nîşan nade.
Trump îdia kir ku îdiayên hatine kirin "çêkirî" ne û armanca wan têkbirina pêvajoya aştiyê ye.
"Dê çekên atomî tune bin; Tengav dê vekirî bimîne"
Trump, ku diyar kir ew li pişt biryarên berê ne, dubare kir ku destûr nayê dayîn Îran bibibe xwediyê çekên atomî. Wî her wiha diyar kir ku Tengava Hurmuzê dê vekirî û ewle bimîne.
Trump daxuyaniya xwe bi gotinên "Amerîka vegeriya ye" bi dawî kir.