Cîhan
Peymana Amerîka û Îranê bê dirêjkirin yan na? Trump bersiv da
Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ew ê peymana çarçoveyê ya 60 rojî ya bi Îranê re ku îro diqede, nû nekin.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê de derbarê mijara Îranê de daxuyanî da.
Li ser pirsa "Gelo dê peymana çarçoveyê ya 60 rojî ya bi Îranê re, ku îro diqede wê were dirêjkirin an na?" Trump got: "Na."
Trump derbarê egera peymaneke nû bi Îranê re got: "Ew dixwazin peymanekê bikin, lê ew ê ne ew cure peymanê bikin ku ez pêwîst dibînim."
Trump diyar kir ku derbarê bernameya nukleerê ya Îranê de, ew hîn negihîştine asta ku wan dixwest û got: "Çi dibe bila bibe, dê destûr neyê dayîn ku Tehran xwediyê çekên nukleerê bibe".