TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îsraîl: Em pabendî peymana Amerîka û Îranê nîn in

📅 15 hezîran 2026 10:36
Îsraîlê ragihand ku peymana di navbera Amerîka û Îranê de hatiye îmzekirin, wan eleqedar nakin, Tel Avîv ne girêdayî vê peymanê ye û artêşa Îsraîlê dê ji herêmên başûrê Lubnanê venekişe.

RûpelNews - Piştî di navbera Amerîka û Îranê de peymanekê hat ragihandin, berpirsên Îsraîlê diyar kirin ku Netanyahu bi zelalî ji Trump re gotiye ku ew ê ti lihevkirineke ku azadiya tevgerê li Orşelîmê li dijî Hizbulahê sînordar dike, qebûl neke.

Li gorî rayedaran, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê dê li cîhên xwe yên heyî bimînin û dê li dijî gefên Hizbullahê, li hember her êrîşeke ku li Îsraîlê bê kirin bersiveke tund dê bê dayîn û binesaziya Lubnanê dê bê wêrankirin. 

Îsraîl: Em pabendî peymana Trump nîn in

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir li ser peymana Amerîka û Îranê wiha got: "Em pabendî peymana Trump nîn in. Îsraîl ne di bin destê Dewletên Yekbûyî de ye; em dewleteke serbixwe û xwedîdesthilat in"

Ben-Gvir tekez kir ew ji Amerîkayê hez dikin, spasdarê Donald Trump in û lê zêde kir, "Di heman demê de, Dewleta Îsraîlê ne komareke mûzê ye." 

 

 

 

 

 

 

 

Parve bike: