TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Eger Îran min bikuje hezaran moşek li ser wan dê bibare

📅 11 tîrmeh 2026 08:53
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Îran hewl bide ku wî bikuje, artêşa Amerîkayê amade ye ku Îranê bi temamî tarûmar bike.

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji New York Postê re daxuyanî dan û diyar kir ku li dijî komployên kuştinê yên Îranê yên li ser wî hin ferman derxistin.

Trump got ku eger hewla kuştina wî bê dayîn artêşa Amerîkayê amade ye ku êîşên mezin li dijî Îranê bike û Tehranê bi temamî tarûmar bike.

Trump destnîşan kir ku ew demeke dirêj e di "lîsteya hedefan" a rejîma Tehranê de ye û diyar kir ku eger hewldaneke kuştinê bê kirin, wî ferman daye ku Îran bi awayekî ku berê qet nehatiye dîtin were bombebarankirin.

Trump wiha axivî: "Hezar moşek li dijî Komara Îslamî ya Îranê hatine bicîhkirin û amade ne ku bên avêtin. Eger hikûmeta Îranê serokê niha yê Dewletên Yekbûyî ango min bikujîne an jî hewl bide ku bikuje, dê bi hezaran moşekên din jî li pey wan bên."
 

Parve bike: