TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Tirkiye li Derya Spî rahênaneke mezin a leskerî dide destpêkirin

📅 21 berfanbar 2020 17:10

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandin ku ew dê sibe 22yê Kanûnê li nav avên Derya Spî ku bûye sedema aloziyê di navbera Tirkiye-Yunanistan û welatên Ewropayê de rahênaneke mezin a leşkerî bidin destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê wê rahênana bi navê ‘Penceya Piling 2020/2’ sibe 22yê Kanûnê dest pê bike û hemû hêzên deryayî û bejahî tevî navendên fermandariyan beşdariyê bikin.

Wezaretê daye xuyakirin ku ew rahênena leşkerî li herêma Aksaz û di nav avên navnetewî yên Derya Spî de birêve diçe û armanca wê jî nîşandana berevaniya muşterek a bo şerekî ye.

Parve bike: