TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hêzên deryavaniya Amerîka û Îsraîlê rahênaneke hevpar a leskerî birêve birin

📅 29 adar 2022 17:39

PeyamaKurd - Hêzên deryayî yên Amerîka û Îsraîlê tetbîqateke hevpar a 10 rojan ya bi navê “Berevaniya Rewa” li qiraxên Îsraîlê birêve birin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navenda Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ew tetbîqata leşkerî li ser ewlehiya deryayan, pûçkirina mînên deryayî, mijarên tenduristî û çendîn mijarên din bi rê ve çûye.

Hat diyarkirin ku di rahênanê de, zêdetirî 300 personelên Amerêkayê yên ji tîmek pispor a melevaniyê ya pûçkirina teqemeniyan pêk hatibû cî girt û herwiha keştiya şer a USSK jî beşdarî kir.

Parve bike: