Tirkiye: Deriyê sînorê Nisêbîn û Qamişlo dikarin tavilhalê vekin
RûpelNews - Hikûmeta Tirkiyeyê, amadehiya xwe ya fermî ji bo vekirina deriyê sînorî yê "Nisêbîn-Qamişlo" ligel Sûriyeyê ragihand. Ev gava stratejîk bi armanca geşkirina tevgera bazirganî û firehkirina asoyên hevkariya aborî ya navbera her du welatan tê avêtin. Ev daxuyanî di çarçoveya çalakiyên "Lûtkeya Aboriya Bajaran a Anadoluyê" de ku li parêzgeha Dîlokê (Gaziantep) birêve diçe, hate dayîn.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat di axaftina xwe ya lûtkeyê de eşkere kir ku Enqereyê amadehiya xwe ya temam ji bo vekirina derî ji aliyê Sûriyeyê re ragihandiye. Bolat destnîşan kir ku di rojeva Tirkiyeyê de plana vekirina "Deriyê Îslahiyeyê" yê ji bo xetên hesinî (trên) jî heye, ku dê Dîlokê bi axa Sûriyeyê ve girê bide da ku binesaziya veguhastina bazirganî xurt bibe.
Wezîrê Tirk tekez kir ku welatê wî parastina yekparçeyiya xaka Sûriyeyê, serweriya wê û aramiya saziyên dewletê di pêwendiyên dualî de wekî pêşîniya herî bilind dibîne.
Armancên aborî yên mezin
Der barê qebareya danûstandina bazirganî de, Bolat diyar kir ku bazirganiya navbera her du welatan niha sînorê 3 mîlyar dolaran derbas kiriye. Wî tekez kir ku armanceke hevbeş heye ku ev reqem di qonaxa nêz de bigihîje 5 mîlyar dolaran û di salên pêş de bibe 10 mîlyar dolar. Wezîr eşkere kir ku hinek saziyên pîşesazî û şîrketên tirkî li nav Sûriyeyê dest bi vekirina şaxên xwe kirine û karê nûjenkirina hemû deriyên sînorî berdewam dike.
Nêrîna Sûriyeyê: Şirîkatiya stratejîk û aktîfkirina bankeyan
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Parêzgarê Helebê Mehmûd Şehade destnîşan kir ku têkiliyên bajaran îro ji girêdanên dîrokî derbas bûne û şirîkatiyên stratejîk ava dikin. Wî diyar kir ku pêşxistina herêmên sînorî bingeha aramiya herêmê ye.
Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê yê Sûriyeyê Mihemed Nîdal El-Şaar bang kir ku hevkariya aborî were firehkirin û Tirkiye wekî "şirîkê siruştî" yê Sûriyeyê binav kir. Şaar daxwaz kir ku sektora bankeyan were xurtkirin û şaxên bankeyan li nav Sûriyeyê werin vekirin da ku piştgiriya peywendiyên aborî bikin û tevgera sermayeyê hêsantir bibe.